Çekdaran bi 400 dolar fîdye 2 Efrîniyên revandibûn berdan
PeyamaKurd - Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku komên çekdar berî du hefteyan du kesên bi navên; Ebdo Mûrad (37 salî) û Mistefa Taleh (45 salî) revandine.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan, çekdaran ji bo berdana wan, 400 dolar fidye standin û piştre ew berdan.
Herwiha malpera Afrînpostê jî diyar kiriye ku li gundê Şêx Xorzê yê navçeya Bilbilê, çekdaran 70 darên zeytûnê yên kesê bi navê Memo Mihemed Şêx Mihemed birîne ku çekdaran ew di Nîsana 2018an de jî revandibû.
Li gorî Afrînpostê li herêma Efrîn ku hatiye dagirkirin, komên çekdarên girêdayî Tirkiyê, baca ji sedî 15 a berhemên genim û ceh li ser cotkaran ferz kiriye ku kesên nedin dest dideynin ser malên wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin