Çekdaran ji bo berdana jina Kurd a 62 salî 4 hezar dolar fîdye xwest

21 July 2020 21:04 0 dîtin
Çekdaran ji bo berdana jina Kurd a 62 salî 4 hezar dolar fîdye xwest

PeyamaKurd – Kiryarên dijmirovî û binpêkirinên li Efrîna ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin berdewam dikin.

Herî dawî çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve ji bo berdana jina 62 salî, 4 hezar dolar fidye xwestin û herwiha ji bo vegera xelkê Efrînê bo malên xwe jî 700 hezar Lîreyê Sûrî bac li ser xelkê ferz kirine.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand, çekdaran jina bi navê Mewlîde Nuiman ya 62 salî meha Nîsana 2019an ji gundê Bozikê yê navçeya Cindirêsê revandibû û niha jî ji bo berdana wê 4 hezar dolar fîdye ji malbatê dixwazin.

Rêxistinê diyar kiriye ku nexweşiyên dil û şekir jî bi wê jina Efrînî re hene û niha di girtîgeha Raî de girtî ye.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê herwiha ragihand ku çekdaran li ser xelkê Efrînê yên ku dixwazin vegerin malên xwe 700 hezar Lîreyê Sûriyê bac ferz kiriye.