Efrîn | Jina Kurd a 64 salî di girtîgeha çekdaran de can da

31 May 2021 18:14 0 dîtin
Efrîn | Jina Kurd a 64 salî di girtîgeha çekdaran de can da

PeyamaKurd – Li Efrînê jineke 64 salî ku hatibû girtin, di girtîgeha komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da.

Malpera Afrîn Postê ragihandiye ku doh 30yê Gulanê jina Kurd Mewlîda Ni’man ya 64 salî di bin îşkenceyeke giran a girtîgeha li Babê ya bi navê Raî de jiyana xwe ji dest da. Girtîgeha Raî bi kiryarên hovane yên komên çekdar hatiye naskirin.

Piştî bûyerê çekdaran malbata Mewlîde ya li gundê Bozîkê ya navçeya Cindirêsê agahdar kirine ku Mewlîde di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyan jina temen mezin tevî ku nexweşiya şekir, tansiyon û dil pê re bû û çekdaran derman li ser qut kiribûn û bi behaneya kirîna dermanan jî pere ji malbata wê distandin.

Mewlîda Ni’man Nîsana 2019an ji mala wê ya li gundê Bozîkê hatibû revandibûn.

Tevî wefata Mewlîda li gorî raporên Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûrî hejimara girtiyên di bin îşkenceyê de mirine gihaştiye 149an.