Çekdaran keça Kurd a 21 salî bi zorê bi kalekî ereb re zewicand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Cindirêsê yê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, keçeke 21 salî ya Kurd bi gefa çekdaran bi kalekî 60 salî yê ereb re hat zewicandin.
Çalakvanekî Kurd ji Efrînê Mustefa Şêxo, daye xuyakirin ku welatiyê ereb yê bi navê Ebû Ehmed ku temen 60 salî ye, bi keçikek 21 salî re zewicî. Keçik ji gundê Çeqela ortê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve ye.
Herwiha diyar kir ku wî erebî di bin gefa çekan de hevjînî bi keça Kurd re pêk aniye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin