Pîrejina Kurd a 70 salî ji ber pankartekê sandin girtîgehê

30 August 2019 14:29 0 dîtin
Pîrejina Kurd a 70 salî ji ber pankartekê sandin girtîgehê

PeyamaKurd – Pîrejina 70 salî Raîfe Înatçi ku li navçeya Farqîn a Diyarbekirê dijî, ji ber pankarteke ku di sala 2009an de di xwepêşandaneke de hilgirtiye, cezayê 3 sal û 15 rojan lê hat birîn.

Pîrejina Kurd sala 2009an piştî xwepêşandanekê ku pankarteke pesnê Ocalan didan hilgirtibû hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.

Doza ku li Raîfe Înatçi hatibû vekirin bi encam bû û dadgeha Cezayê Giran a 6an li Diyarbekirê bi hinceta ku propagandaya rêxistina terorê kiriye biryara 3 sal û 15 roj cezayê girtîgehê lê birî.

Pîrejina Kurd a dayika 7 zarokan piştî ku cezayê wê li dadgeha bilind jî hat pesendkirin, 27ê Tebaxê hat binçavkirin û ew şandin Girtîgeha Cureya D ya Diyarbekirê.

Li gorî xizmên wê, tenduristiya Raîfe Înatçi nebaş e û ditirsin li girtîgehê rewşa wê girantir bibe.