Efrîn | Mala Kurdekî hat teqandin û 2 sêniyên Kurd hatin kustin

25 February 2021 11:31 0 dîtin
Efrîn | Mala Kurdekî hat teqandin û 2 sêniyên Kurd hatin kustin

PeyamaKurd – Li Efrînê, mala şêniyekî Kurd ji aliyê çekdaran ve hat teqandin û 2 şêniyên Kurd hatin kuştin

Çekdaran mala welatiyekî Kurd li Efrînê teqandin û berî biteqînin vîdyo danîn û dîmenên teqandinê zindî di sosyal medya de belav kirin û di encamê de, 2 welatiyên Kurd hatin kuştin

Li nahiya Şera ya Efrînê li Basûta, mayinek di nav maleke welatiyekî Kurd de hat danîn, berî teqandina malê, kamîra hat amadekirin ji bo ku dîmenên wê teqandinê bikşînin. Mayin di nav wê malê de diteqe û di encamê de welatiya Kurd bi navê Heyfa Şerîf (21) salî û Newzet Ekrem Tobal yê (45) salî jiyana xwe ji dest didin.

Berî niha jî Newzet Tobal ji aliyê koma Hemzat ve hatibû girtin û piştî ku malbata wî fidyê dabû, serbest hatibû berdan.