Efrîn: Mala welatiyê Kurd jê standin û frotin

20 August 2024 12:32 0 dîtin
Efrîn: Mala welatiyê Kurd jê standin û frotin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê Erebekî ku ji alî komên çekdar ve li Efrînê hatiye bi cihkirin mala Kurdekî jê standiye û ji xwe re firotiye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ya Sûriyêyê ragihand ku Erebekî hawirde mala welatiyê Kurd Mûsa Ebû Mûsa jê standiye û bi 1300 dolaran firotiye.

Rêxistinê da zanîn ku Erebê hawirde yê xelkê navçeya Qelemûnê mala welatiyê Kurd firotiye Erebekî hawirde yê bi navê Mihemed el-Îsa Ebû Zûbêr.

Li gorî heman çavkaniyê, mala welatiyê Kurd li Taxa Eşrefiyeyê li nêzîkî Xizanê avê ye.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê, di 20ê Kanûna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh hêrişî Efrînê kirin.

Piştî wê hêrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê di 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û van komên çekdar.

Di encama hêrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn, ketin ser rêyan û koç kirin.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkirina hemû mafan ên wekî dizî, talan, tecawuz, kuştin, birîndarkirin, revandin û skenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.