Ehmed: Tekosîna me ya DAISê nakevê rojeva cîhanê
PeyamaKurd - Seroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Îlham Ehemd dibêje, kurd û gelên Rojava bi qasî ku li dijî DAIŞê berdêl dane, neketine rojeva cîhanê.
Îlham Ehmed, ku piştî Amerîkayê çûye Brîtanya, ji rojnameya The Daily Telegraph ya Britanî re axivî û diyar kir ku gelê Kurd û pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkbirina terora DAİŞê berdêlên giran dane.
Seroka MSDê welatên cîhanê hişyar kir ku metrisiya Tirkiyê li ser wan ji ya DAIŞê zêdetir û got, dema em hewldanên Amerîka, welatên Ewropa û têkoşîna gelê me ya li dijî DAİŞê bînin beramberê hev, emê bibînin ku ferqek mezin heye. Pêkhateyên Kurd, Ereb û Xirstiyanên li herêma me ji bo têkbirina DAİŞê berdêlên gelek giran dane. Tevî vê yekê jî serkeftina QSDê li dijî DAİŞê bi qasî tê xwestin, neketiye rojeva cîhanê.
Îlham Ehmed têkildarî pêvajoya piştî DAİŞê û gefên dewleta Tirk jî ev nirxandin kirin, xeteriya herî mezin ku gelên herêmê pê re rû bi rû ye, dewleta Tirk e. Ew ji DAIŞê xerbatir e. Lewma dewleta Tirk niha dixwaze bi çek û alîkariya welatên cîhanê herêma me dagir bike. Bi destûra Amerîka, Rûsya û welatên Ewropayê hewl dide destkeftiyên me ji holê rake.
Ehmed Rojavayê Kurdistanê bang li rêveberiya Îngiltereyê kir da ku li ser asta Neteweyên Yekbûyî li pêş êrîş û gefên dewleta Tirk bikeve nava liv û tevger

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin