HSDê bîlançoya tekosîna li diji DAISê ya 2024an askere kir
PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bîlançoya tekonîna li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞê ya 2024an aşkere kir.
HSDê ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê, ji Çileya 2024an heta niha zêdetirî 240 çeteyên DAIŞê dîl hatine girtin.
Di daxuyaniya HSDê de wiha hat gotin: “Hêzên me, bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê re, di nîvê sala 2024an de li herêmên cuda yên Bakur-rojöavayê Sûriyeyê, li dijî DAIŞê 28 operasyonên serkeftî anîn."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di van operasyonan de 233 terorîst, gumanbar û hevkar hatine girtin. 10 terorîst hatine kuştin."
Tevî ku DAIŞ êdî li Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û Iraqê, ti deveran kontrol nake jî, hewl dide ku bi peydakirina metirsiya ewlehiyê û pêkanîna revandin, hêrişan û bombebaranan hebûna xwe nîşan bide.
HSD, bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî, gelek caran li dijî rêxistina terorî ya DAIŞê operasyonan pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin