Ekinci: Kurd bi sedema gotina “Herin Kurdistanê” deng nedan AKPê
PeyamaKurd- Cîgirê serokê AKP ê yê ji rêxistinê berpirse Azmi Ekinci ragihand ku di hilbijartina 31 ê gulanê de sedema ku Kurd deng nedan AKP ê an ku nedan Binali Yıldırım, ew bû ku ji Kurda re gotin “Herin Kurdistanê”. Ekinci li ser mijarê bo çapemeniyê weha got:
“Di nava layangirên AKP ê de, em hatin asta ku layangirên me ji me re bibêjin ‘hun nikarin birêve bibin’. Gotina ‘beka’ yê me gelek bi tundî anî ziman. Eger gotina ‘herin Kurdistanê’ nebûya, dê Kurd li Îstenbolê dengên xwe bidana Binali Beg. Lê ew tundî nehişt en dengan bistînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin