El Hekîm bang li PDKê kir ku hilbijartinan boykot neke

20 March 2024 14:46 0 dîtin
El Hekîm bang li PDKê kir ku hilbijartinan boykot neke

PeyamaKurd - Serokê Tevgera Hîkmetê ya Niştimanî ya Şîayên Iraqê Ammar El Hekîm bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir ku biryara xwe ya boykotkirina hilbijartinên Parlamena Herêma Kurdistanê paşve vegere.

Serkirdeyê Şîa Emmar El Hekîm piştî hevdîtina xwe ya li gel Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî, di daxuyaniya xwe ya li ser platforma Xê de ev daxuyanî da.

"Me careke din bang li Herêma Kurdistanê kir ku ji biryara xwe ya ji bo beşdarnebûna hilbijartinan vekişe. Me tekez kir ku pêwîstiya herkesî bi rêbazên demokratîk ên ji bo welat û Herêma Kurdistanê heye." 

PDKê roja Duşemê biryara boykotkirina hilbijartinên giştî yên Parlamena Herêma Kurdistanê ragihand. PDKê di daxuyaniya xwe de nerazîbûna xwe ya li hember biryarên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê yên betalkirina kotayên pêkhateyan û derbasbûna sîstema hilbijartinên pir-herêmî nîşan da.

Dadgeha Federal a Iraqê meha borî biryar dabû ku kotaya 11 kursiyên ku ji bo pêkhateyên nijadî û olî yên di Parlamena Herêma Kurdistanê de hatine terxankirin "nedestûrî" ye û betal kiribû.