El Sanî behsa krîza aborî ya Tirkiyê kir, Çavusoglu bertek nîsan da: Em ne ji bo pere hatine vir!

06 December 2021 20:27 0 dîtin
El Sanî behsa krîza aborî ya Tirkiyê kir, Çavusoglu bertek nîsan da: Em ne ji bo pere hatine vir!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Abdulrahman El Sanî berî serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a bo Qeterê, li Dohayê civiyan û civîneke hevbeş a rojnamevanî saz kirin.

Di civînê de Wezîrê Derve yê Qeterê El Sanî, li ser pirsa rojnamevanan behsa krîza aboriya Tirkiyê kir û got: “Em rewşa aborî ya Tirkiyê ji nêzîk ve dişopînin. Wê birayên me yên Tirk bi tedbîrên ku werbigrin, vê krîzê bi dawî bînin. Pêwendiyên me yên ligel Tirkiyê gelekî bihêz in. Piştevaniya me berdewam e. Veberhênanên me li Tirkiyê zêde ne û encamên wan erênî ne. Hûn dizanin veberhênanên me yên li Tirkiyê kevin in û ne nû ne û bingeha wan gelek saxlem e. Ev krîz demkî ye û înşallah dê derbas be, em ê ji wan rewşan bihêztir derkevin.”

Li ser van gotinên El Sanî, Çavuşoglu bersiv da û got: “Ez dixwazim bibêjim ne ligel gotinê we me. Ji ber ku we tabloyeke gelekî reşbîn pêşan da. Em îro ne ji bo Qeter pereyan bişîne Tirkiyê hatine, em ji bo di her warî de peywendiyên xwe baş bikin hatine.”

Çavuşoglu diyar kir: “Wî wiha nîşan da ku aboriya Tirkiyê bi yekcarî têk çûye. Ev ne rast e, dema hûn li amarên aboriyê dinêrin, pêşketina aboriya Tirkiyê di cîhanê de di rêza pêş de ye. Ne tenê li OECDyê, li cîhanê di rêzên pêş de ye. Saziyên navdewletî jî amarên mezinbûnê nû kirin.”