Leyen careke din behsa krîza kûrsî kir: Ji ber ku jin im li Tirkiyê wiha li min kirin!
PeyamaKurd - Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen, piştî 20 roj bi ser bûyera protokolê ya li Tirkiyê (6 Nîsan 2021) de derbas bûn ku bûbû sedema krîzekê û karvedaneke mezin di medyayê de li ser çêbûbû cara yekem axivî.
Ursula von der Leyen doh li Parlamentoya Ewropayê behsa wê bûyera ku li Tirkiyê li ser lingan hatibû hiştin kir û got ku ji ber ku ew jin bûye ew tişt hatiye serê wê û li Tirkiyê wekî seroka komisyona Ewropa danûstandin ligel wê nehatiye kirin.
Ursula von der Leyen bal kişand ser ku bûyerê gelekî bandor li ser wê kiriye, lê ji ber ku nexwestiye danûstandinên ligel Tirkiyê hatine kirin zirar bibînin wê kêliyê wan ligel Charles bertek nîşan nedaye.
Leyen wiha axivî: “Ez yekem jin im bibim seroka Komisyona Ewropayê, ez seroka komisyonê me, tişta min çaverê dikir ew bû li Tirkiyê bi wî sifetî danûstandin ligel min bê kirin, wate wek seroka komisyonê, lê wiha nebû. Ez ti hincetekê bo vê nabînim bo wê danûstandina ligel min hat kirin. Ez dikarim bigihim wê baweriyê ku ji ber ku ez jin im lewra wiha çêbû. Gelo eger bedlek li min bûya û min qirawatek girê bidana, wiha dibû? Di civînên din de min nedîtiye pirsgirêka kursî derkeve, lê di wan wêneyên berê de ti jinek li wir nebûye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin