Înce careke din behsa zimanê dayikê kir

06 June 2018 23:27 0 dîtin
Înce careke din behsa zimanê dayikê kir

PeyamaKurd - Namzedê CHPê ji bo serokomariya Tirkiyê Muharrem Înce got: "Emê 3 zimanan hînî zarokên vî welatî bikin. Zimanê fermî Tirkî û piştre zimanê ku li malê pê diaxive, wek din jî zimanekî biyanî."

Namzedê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê serokomariyê Muharrem Înce li Rihayê di çarçoveya bangeşeya hilbijartinan de axivî.

Muharrem Înce got ew dixwazin bi herêmê re pireke dilî ava bikin.

Înce diyar kir ku eger ew were hilbijartin dê aştiyê pêk bînin, aboriyê mezin bikin û parvekirineke dadmendî bikin.

 Li ser zimanê dayikê jî wiha soz dan:
"Emê 3 zimanan hînî zarokên vî welatî bikin. Zimanê fermî Tirkî û piştre zimanê ku li malê pê diaxive, Kurdî, Erebî yan zimanekî din.  Wek din jî zimanekî biyanî. Almanî, Ingilîzî, Fransî û hwd."

Herwiha diyar kir ku dema ew hat dê rewşa neasayî rake û li şûna dengê çekan dê dengê traktoran were bihîstin.