“Em amadene berpirsiyariyê bigirin bo vegera welatiyên Sûrî”
PeyamaKurd - Komisyona bilinda ya Neteweyên Yekbûyî bo karûbarê penaberan ragihand, ku ew amadene li gel Rûsya û Sûriyê hemahengiyê bikin, da ku penaber vegerin welatê xwe.
Di civîneke çapemeniyê de, berdevkê Komisyona bilinda ya Neteweyên Yekbûyî bo karûbarê penaberan ragihand, ku nêzîkî 13 hezar penaberên Sûrî ji welatê cîran di destpêka sala 2018an de vegeriyane malên xwe, herwiha 750 hezar jî derbider li nava Sûriyê vegeriyane malên xwe.
Komisyonê li vê yekê tekez kir ku, ew amadene li gel Rûsya û Sûriyê hemahengiyê bikin da ku penaber vegerin welatê xwe.
Berî niha Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragehandibû ku, di çarçoveya alîkariya penaber û derbiderên Sûriyê de bo vegerin malên xwe wan navendên pêşwaziyê ji wan re bi hemahengî li gel hikûmeta Sûriyê ava kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin