Norwec û Kanada 19 welatiyên xwe ji kampên bakurê rojhilatê Sûriyê vegerandin
PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê diyar kir, Norwec û Kanada 19 welatiyên xwe ji kampên bakurê rojhilatê Sûriyê vegerandin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê destnîşan kir, Kanada û Norwec 19 welatiyên xwe ji kampên Hol û Roj ên li Sûriyê vegerandine welatê xwe, ji wan 6 kes jin in û 13 jî zarok in.
Herwiha eşkere kir, ev vegerandin jî beşek e ji hewlên berdewam ên civaka navdewletî ji bo vegerandin û şandina 50 hezar welatiyên ji 60 welatên cuda, ku li kampên bakurê rojhilatê Sûriyê dimînin.
Herî dawî Michael Kurilla da zanîn, kampên bakurê rojhilatê Sûriyê, ne tenê nimûneya çewisandina mirovatiyê ne, di heman demê de 30 hezar zarok di metirsiya wê yekê de ne ku bîr û baweriya DAIŞê di hişê wan de were çandin, yekane çareserî ji bo vê qeyranê, vegerandin û şandina welatiyên kampên Hol û Rojê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin