Kanada 19 welatiyên xwe ji Kampa Holê vedigerîne

21 January 2023 17:57 0 dîtin
Kanada 19 welatiyên xwe ji Kampa Holê vedigerîne

PeyamaKurd – Kanada 19 welatiyên xwe ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ku bi hezaran kesên girêdayî DAIŞê lê dimînin, vedigerîne welatê xwe.

Li gor Lawrence Greenspon parêzerê 6 jin û 13 zarokên Kanadî, ji medyaya Kanadayê re diyar kir, Ottawa piştî peymana “hev du qebûlkirinê” razî bûye ku alîkarîya vegerandina van kesan ji kampên Rojavayê Kurdistanê bike.

Herwiha Greenspon eşkere kir, hûrgiliyên peymana di navbera hikûmet û parêzer de ji ber sedemên ewlehiyê nehatine eşkerekirin û got, çarenivîsa kesên vegeriyane ne diyar e.

Kanadayê di meha Cotmehê de 2 jin piştî ku ji Rojavayê Kurdistanê vegerandin, ew desteser kiribûn.