Fransa 35 welatiyên xwe ji kampa Holê vedigerîne

04 July 2023 12:00 0 dîtin
Fransa 35 welatiyên xwe ji kampa Holê vedigerîne

PeyamaKurd – Fransa 35 welatiyên li Kampa Holê ya li bajarê Hesekê yê Rojava di bin kontrola HSDê de ne, radestî wan kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Fransayê da hat diyarkirin ku ji Kampa Holê ya ku malbatên endamên DAIŞa rêxistina terorê lê diman, 35 welatiyên Fransayê teslîmî wan hatin kirin.

Hat destnîşankirin, kesên di nav wan de 10 jin û 25 zarok jî hene welatiyên Fransayê ne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, wê zarok radestî yekîneyên lênêrîna taybet bên kirin, jin radestî meqamên edlî bên kirin û li dijî wan tedbîrên pêwîst bên girtin.

Fransa ku demeke dirêj ji aliyê Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ve dihat rexnekirin, di sala 2022an de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve bi hinceta “ji bo vegera jin û zarokan îradeya têr nîşan nedaye” hat cezakirin.

Heta niha Fransa di emeliyata yekem a havîna 2022an de 16 jin û 35 zarok qebûl kiriye, piştî wê jî 15 jin û 40 zarok di emeliyata din a Cotmeha 2022an de û 15 jin û 32 zarok jî di emeliyata sêyemîn a Çileya 2023an de qebûl kirine.

Nêzîkî 56 hezar kes ji zêdetirî 60 welatan li kampa Holê dimînin û piraniya wan jin û zarokên endamên DAIŞê ne.