"Em bi tevahî rêzê li serweriya Iraqê digirin"
PeyamaKurd – Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel diyar kir ku ger êrîşên ku behsa wan tê kirin bên rawestandin, tu hincetên Amerîkayê ji van êrîşên esmanî re namîne û got, "Beriya her tiştî ez vê bêjim, em bi tevahî rêzê li serweriya Iraqê digirin."
Berdevkê Patel diyar kir ku ew êrîşên ku welatê wî li dijî komên Şîe yên alîgirên Îranê li Iraqê pêk tînin, weke binpêkirina serweriya Iraqê nabînin û got, "Em komên milîs ên alîgirê Îranê ji kiryarên wan ên keyfî û nemerdî berpirsyar dibînin û ji kesên ku dixwazin zirarê bidin personel û hêzên me berpirsyar dibînin."
Vedant Patel di berdewamiya axaftina xwe de got, ew ê li her demê û li ku guncav bibînin wê bersivê bidin êrîşên li dijî DYAyê.
"Tiştek girîng a ku divê neyê jibîrkirin ev e ku em dixwazin were zanîn, em ê ji parastina gelê xwe dudilî nebin û em ê heyfa xwe ji her kesê ku zirarê dide hêz û personelên Amerîkî hilînin."
Vedant Patel bal kişand ser wê yekê ku ger êrîşên navborî bên rawestandin, Amerîka wê ji bo van êrîşên esmanî ti hincetekê nebîne û got, "Berî her tiştî ez vê yekê bibêjim, em bi tevahî rêzê li serweriya Iraqê digirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin