Emîrê DAISê yê Diyarbekirê cara sêyem hat girtin
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya tirk, polîsên Diyarbekirê şeva borî di operasyoneke taybet de, emîrê DAIŞê yê Diyarbekirê Nîhat Turan hatiye desteserkirin.
Hatiye diyarkirin ku Nîhat Turan li xwaringeheke navçeya Peyasê bi tohmeta endambûna rêxistina DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatiye desteserkirin û nûçe wekî emîrê DAIŞê yê li Diyarbekir hatiye desteserkirin hatiye belavkirin.
Li gorî zanyariyên medya tirk dide, heman kes beriya niha di salên 2015 û 2017an de du carên din jî hatibû girtin û piştre hatibû berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin