Heman 'Emîrê DAISê yê Tirkiyê' 4 caran hatiye girtin û 3 caran jî hatiye berdan
PeyamaKurd – Derket holê ku kesê bi navê Mahmut Ozdenê ku îro 1ê Îlonê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu binçavkirina wî wekî ‘Emîrê DAIŞê yê Tirkiyê tevî planên xwe hat girtin’ ragihand, beriya niha 3 carên din jî hatiye girtin û serbest hatiye berdan.
Li gorî zanyariyên medya tirk, kesê bi navê Mahmut Ozden cara yekem 21ê Îlona 2017 hatiye binçavkirin û piştre hatiye berdan ku medyayê jî cî daye wê nûçeyê.
Herwiha 10ê Tîrmeha 2018an jî di operasyonekê de Ozden hatiye binçavkirin û berdan. Dîsa 12ê Tîrmeha 2019an jî careke din ew kes bi nûçeya ‘bi operasyona MÎT û hêzên ewlekariyê’ li Edenê hatiye girtin û car din hatiye berdan.
Wezîrê Tirk Suleyman Soylu îro li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû, wan “Emîrê DAIŞê yê Tirkiyê tevî planên girîng desteser kir. Spasî û pîrozî ji bo saziya asayîşê.”
Piştre jî Soylu li Gîresûnê ji rojnamevanan re derbarê desteserkirina wî kesî de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku gelek planên êrîşan pê re hatine girtin ku revandina siyasetmedar û kesayetên dewletê jî hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin