Encamên destpêkê yên hilbijartinên Almanyayê eskere bûn: Dengên CDU û CSU wekî hev in!

26 September 2021 21:32 0 dîtin
Encamên destpêkê yên hilbijartinên Almanyayê eskere bûn: Dengên CDU û CSU wekî hev in!

PeyamaKurd – Hilbijartinên giştî yên Almanyayê ku welatê serjimariya wê herî zêde yê Ewropayê ye, îro 26ê Îlonê birêve çûn.

Di hilbijartinên ku Serokwezîra Almanya Angela Merkel nebûye namzed û erka wê bidawî dibe de, partiya Merkel CDU (Xiristiyan Demokrat) û partiya çepan CSU hevrikiyê dikin.

Li gorî encamên destpêkê yên hatine eşkere kirin, partiyên CDU û CSU her yek ji wan ji sedî 25ê dengan wergirtine.

Herwiha bi dorê li gorî encamên destpêkê yên nefermî; Partiya Kesk (Grune) %15, Partiya Demokrat Azad a Almanyayê (DFP) %11, Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) %11 û Partiya Çepên Almanyayê (Die Linke) %5ê dengan bidest xistine.

Partiyên din ên biçûk li Almanyayê bi tevahî ji %8ê dengan bidest xistine ku çav li rê ye di saetên pêş de encamên destpêkê yên fermî werin ragihandin.