Encûmena Asayisa Herêma Kurdistanê: Ev komên deryasayî li ser serwerî û aramiya Iraqê gef in

24 May 2022 11:27 0 dîtin
Encûmena Asayisa Herêma Kurdistanê: Ev komên deryasayî li ser serwerî û aramiya Iraqê gef in

PeyamaKurd – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva koma bi navê (Desteya Hevrêziya Berxwedana Iraqê) da û diyar kir, her destdirêjek li ser Herêma Kurdistanê were kirin, wê baceke giran jê re hebe.

Daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê wiha ye:

Komeke deryasayî ya bi navê Desteya Hevrêziya Berxwedana Iraqê ku ji me ve zelal û eşkere ye kî wan han dide, di daxuyaniyekê de komet tohmetên bê bingeh davêjin û gefê li Herêma Kurdistanê dixwin.

Ev gef ne nû ne û bi kirdarî heta niha li deverên cuda yên Iraqê çi ji destê wan hatiye, li dijî hêzên derve kirine û berhemên wan ji bo Iraqê tenê wêranî û alozî bûye.

Ji vir ve em bi wan radigihînin ku her destdirêjeyek li ser Herêma Kurdistanê ku statuyeke destûrî ya nava Iraqê de ye, wê baceke giran jê re hebe. Wan wane ji dîrokê wernegirtine, eger na ew dizanin ku hêzên ji wan mezintir û biçektir nekarîn vîna gelê me bişikandana.

Ev komên deryasayî li ser serwerî û aramiya Iraqê gef in û her wan zemîn ji bo belavbûna terorê û hizra tundrewiyê xweş kirine.

Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge li dijî teroristan mijûlî karê hevbeş in û ev kom jî mijûlî fîtne, alozî û wêrankariyê ne.

Hikûmeta Federal berpirs e serweriya Iraqê biparêze û astekê ji van zêdegavî û dijminkariyan re deyne.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê

23/5/2022