Encumena Asayisa Herêma Kurdistanê: Komên terorîst wê baca wan êrîsan bidin
PeyamaKurd – Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di derbarê êrîşa moşekî ya Xebatê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, îşev çend moşek ji devera Bertila ya Mûsilê ve arasteyî bajarokê Xebatê li parêzgeha Hewlêrê hatin kirin.
Encumena Asayişa Kurdistanê li ser vê êrîşê diyar kir: “Ev çendîn car e li cihekî berçav yê bajarokê Hemdaniyê, ku dikeve navbera baregeha tabûra hêzên taybet ya fermandehiya operasyonên Neynewa û baregeha çekdarên Esayîb li Bertile û baregeha yekîneya 30 ya Şebbek, ji aliyê komên derqanûnî ve bi moşekan êrîşî Herêma Kurdistanê tê kirin.”
Hat zanîn ku ew cihên han di bin kontrola hêzên hikûmeta federalî de ne û dûrî baregehên wan hêzan jî nînin.
Encumena Asayişa Kurdistanê eşkere kir: “Em daxwaz ji serokwezîrê Iraqî û hikûmeta Iraqê dikin, wan deverên ku bûne sekoya êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê, ji wan terorîst û çeteyan paqij bikin û aramî û ewlehiyê bicîh bikin.”
Herwiha ragihand: “Berpirsiyariya tevahiya wan êrîşan dikeve stûyê wan komên terorîst û wê baca wan êrişan jî bidin.
Herî dawî hat hat destnîşankirin: “Em bi hikûmeta Iraqê re hemahengiyê dikin bo rûbirûbûn û nehîştina wan karyarên xirabkarane.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin