Encûmena Asayisa Herêma Kurdistanê mikurhatinên komeke DAISê belav kir
PeyamaKurd - Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, mikurhatinên komeke çekdarên DAIŞê ku bi niyaz bûn berî Cejna Qurbanê zincîreyeke kiryarên teroristî li nava bajarê Hewlêrê pêk bînin belav kir.
Ev kom ji 5 kesan pêk tê û hemû jî Ereb in û ji navçeyên cuda ên Iraqê ne. Li gor daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Dijeterora Kurdistanê çend planên wê koma teroristî ya DAIŞê li Hewlêrê pûç kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin; “Komeke terorîst ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê ve hat desteserkirin ku plana wan hebû, berî Cejna Qurbanê li nava bajarê Hewlêrê çend kiryarên teroristî pêk bînin û avahiya Parêzgeha Hewlêrê û cihekî din ku kesên biyanî lê hebin, di armanca wan de hebûn.”
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê eşkere dike: “Ewlehiya giştî ya koma terorîst a DAIŞê, ev koma terorîstî ji destpêka îsal ve çalak kiriye û ferman daye wê ku kiryarên teroristî li bajarê Hewlêrê pêk bînin û ev kom bi (çavdêrîkirin, wênegirtin û plandanîn) çend cihan li Hewlêrê hatine rasperdin.”
Herwiha hat destnîşankirin: “Yek ji wan cihan, avahiya Parêzgeha Hewlêrê bû ta ku bi rêya çend kesên xwekuj kiryara teroristî pêk bînin, lê bi hewl û çavdêriya tîmên Rêveberiya Giştî ya Dijeterorê û Rêveberiya Asayişa Hewlêrê hatiye karîn ku endamên vê komê berî pêkanîna kiriyarên teroristî, li nava bajarê Hewlêrê werin desteserkirin û planên wan werin pûçkirin.”
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê xelkê Kurdistanê dilniya dike ku Dijeterora Kurdistanê û hêzên ewlehiyê her dem çavvekirî ne û amade ne serî, mal û giyanê xelkê û statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ji her gef û metirsiyekê biparêzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin