Encûmena Dadweriya Kurdistanê: Dadgeha Federal a Iraqê ne destûrî ye

26 January 2023 21:40 0 dîtin
Encûmena Dadweriya Kurdistanê: Dadgeha Federal a Iraqê ne destûrî ye

PeyamaKurd - Serokê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê Ebdulcebar Ezîz Hesen, piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya redkirina şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ragihand ku Dadgeha Federal a Iraqê ne destûrî ye pêwîst e hebûna wê dadgehê bê nîqaşkirin.

Serokê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê Ebdulcebar Ezîz Hesen îro 26ê Çile li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê pereyên Herêma Kurdistanê de got, divê bi rêya yasayeke nû ku li gorî destûrê, bi taybet madeya 92 ku bi zelalî behsa mekanîzma damezirandina dadgeha federalî dike pêdaçûn were kirin.

Ebdulcebar Ezîz Hesen daye xuyakirin, nabe ku di vê qonaxê de Dadgeha Federal a Iraqê bi çavê piranî û kêmîneyan biryarê bide û cudahiyê di navbera pêkhateyan de bike, bi taybetî jî di mijara mûçeyê de ku divê dûr be ji her destwerdaneke siyasî. 

Serokê Encûmena Dadweriyê daxwaz ji hemû aliyan kir ku li şûna alozkirina pirsgirêkan, li pey çareseriyên destûrî bigerin û yasayeke nû amade bikin ji bo avakirina dadgeha federalî ku tê de mafê hemû aliyan parastî be û naveroka destûra sala 2005an bicih bike ku hemû pêkhateyên Iraqê deng ji bo wê dane.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê roja Çarşemê li ser giliyê parlamenterê serbixwe û endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Mistefa Senad û Parêzgarê Wasitê Mihemed Meyahî yê derbarê betalkirina şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de, biryar da.