Endamê PKKê ku Almanyayê ew weke 'serokê rêxistinê' sûcdar dikir li Spanyayê hat girtin

17 July 2024 10:12 0 dîtin
Endamê PKKê ku Almanyayê ew weke 'serokê rêxistinê' sûcdar dikir li Spanyayê hat girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin PKKyîyekî ku Almanyayê lê digeriya li Girava Mallorca ya Îspanyayê hat girtin. Dadgeha Îspanyayê wê biryarê bide ku kesê bi sûcdariya "rêveberê rêxistinê" tê sûcdarkirin radestî Almanyayê were kirin.

Li gorî nûçeya DW Tirkî, li girava betlaneyê ya navdar a Mallorca ya Spanyayê, kesekî ku ji aliyê Almanyayê ve dihat xwestin û diyar kiribû ku endamê PKKê ye, hat girtin.

Di daxuyaniya kin ya ku ji aliyê polîsên Îspanyayê ve derbarê mijarê de hat dayîn de, hat diyarkirin ku kesê ku hatiye girtin “endamê rêveberên PKKê ye” û ji hefteya borî ve di girtîgehê de ye.

Polîsan nexwest agahiyên zêdetir bide.

Kesê ku li Tirkiyeyê ji dayik bûye, bi komkirina alîkariya aborî ji rêxistinê re tê sûcdarkirin.

Herwiha di nav tohmetbaran de ew e ku kesê hatiye girtin li Almanyayê xebatên rêxistinê kordîne kiriye.

Dadgeh wê biryarê bide ku kesê girtî radestî Almanyayê bê kirin yan na.

Ji aliyê din ve derbarê mijarê de li ser malpera fermî ya Wezareta Karên Navxweyî ya Spanyayê jî daxuyaniyek hat dayîn.