Endamê serkirdetiya PDKê: Ne PKK li dijî Tirkiyê ye û ne jî Tirkiye dixwaze PKK nemîne
PeyamaKurd – Endamê serkirdetiya PDKê Elî Ewnî axivî û diyar kir, ne PKK li dijî Tirkiyê ye û ne jî Tirkiye dixwaze PKK nemîne.
Endamê serkirdetiya PDKê Elî Ewnî li ser şerê PKKê û Tirkiyê li Herêma Kurdistanê daye zanîn, PKK tu tiştekî ji bo doza Kurd nake û naxwaze, tu çareyekê jî bo pirsgirêka Kurd û maf û daxwaziyên Kurda naxwaze. Berovajî, dema mirov li bernameya PKKê dinêre dibîne ku PKK tenê dixwaze Kurd li her çar welatên dagîrker zêdetir bindest be.
Herwiha Elî Ewnî eşkere kir, zêdetirî 400 gund li devera Behdînan ji ber şerê PKKê hatine valakirin. Haya min jê heye li bintara Qendîl û deverên din jî heman tişt heye. Sebeba tevahiya van kavilkariyan, PKK ye. PKK Tirkiyê qonax bi qonax dikşîne nav kûrahiya xaka Herêma Kurdistanê. Tirkiye bi vî rengî rûberek mezin li Herêma Kurdistanê dagîr dike. Ev jî xizmeteka mezin e ku PKK pêşkêşî Tirkiyê dike.
Endamê serkirdetiya PDKê destnîşan kir û got, ne Tirkiye dixwaze PKK nemîne û ne jî PKK li dijî Tirkiyê ye. Belkî mesele dijatîkirina Kurd û Kurdistanê ye. Baş e PKK çima xebat û şerê xwe nabe Bakurê Kurdistanê û tenê li vir ziyanê digihîne cotkar û xelkê Başûr?!
Herî dawî Elî Ewnî li ser rêkeftina Şingalê jî eşkere kir, îradeya Iraqê di destê welatekî din de ye û di mijara paqijkirina Şingalê de jî rûrast nîne. Hikûmeta Iraqê dixwaze Şingal di destê PKKê de bimîne û ev jî bi sûda welatekî herêmî ye. Da ku bikarin ji wir derbasî Sûriye û Lubnanê bibin. Ev jî behaneyan dide Tirkiyê da ku Şingalê bordûman bike û xelkê Şingalê derbider û aware bibin. Lê divê rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin, ji ber ku tu alternatîfek din nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin