Endamekî komîteya rêveber a PKKê jiyana xwe ji dest daye

08 June 2020 13:15 0 dîtin
Endamekî komîteya rêveber a PKKê jiyana xwe ji dest daye

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Endamê Komîteya Rêveberiya PKKê Kasim Engîn di êrişeke esmanî ya Artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ajansekî nêzîkî PKKê, Komîteya Rêveber a PKKê bi daxuyaniyekê ragihand ku, endamê Komîteya Rêveber a PKKê Îsmaîl Nazlikul nasnav Kasim Engîn roja 27.05.2020 di êrişeke esmanî ya balafirên Tirkiyê de li devera Bradostê jiyana xwe xwe ji dest daye.

Kasim Engîn ji sala 1989an ve di nava refên PKKê de bû û demekê li Ewropayê di nava xebatên PKKê de cî girtiye, piştî çendîn wezîfeya bûbû yek ji rêveberên komîteya rêveber a PKKê.