Endamtiya Filîstînê ya Neteweyên Yekbûyî hate pejirandin
PeyamaKurd – Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pêşniyara bo pejirandina endamtiya tam a Filîstînê li NY pejirand.
Pêşniyarqanûna bo ji nû ve nirxandina statuya endamtiya Filîstînê û guherandina welatê çavdêr li NY çû ber dengdanê ku hin mafên nû li endamtiya Filîstîn têne zêdekirin.
Di dengdana li Konseya Ewlekariyê de, ji bo endamtiya tam a Filîstîn 143 dengê ‘belê’ û 9 dengên ‘na’ hatin dayîn.
Hêjayî gotinê ye di dengdana beriya niha de ji vetoya Amerîkayê pêşniyarqanûna endamtiya Filîstînê nehatibû pejirandin, lê di vê dengdana dawî de hate pejirandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin