Ji Filîstînê nameya Xezeyê bo Neteweyên Yekbûyî
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Filîstînê ji bo Xezeyê nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û daxwaza demildest pêkanîna agirbestê kir.
Li gorî nûçeya ajansa WAFA ya Filîstînê Nûnerê Daîmî yê Filîstînê li NY Riyad Mansur, nameyek ji KENY re şand.
Di nameyê de daxwaza rawestandina êrîşên Îsraîlê yên ser Xezayê hatiye kirin û hatiye xwestin demildest destwerdan ji bo vê rewşê bê kirin.
Mansûr di nameyê de daxwaz kiriye ku ji bo rawestandina bi tevahî tunekirina gelê Xezayê divê KENY demildest ji bo agirbestê bikeve tevgerê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin