Neteweyên Yekbûyî pêsniyara vekisîna Îsraîlê ji Filîstînê pejirand

18 September 2024 19:26 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî pêsniyara vekisîna Îsraîlê ji Filîstînê pejirand

PeyamaKurd – Pêşniyara ku cara ewil ji aliyê Filîstînê ve bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatibû pêşkeşkirin, çû ber dengdanê û hate pejirandin.

Li gorî nûçeya dawî ya derbarê mijarê de, pêşniyara Filîstînê ya daxwaza di nav 12 mehan de vekişîna hêzên Îsraîlê ji nav axa Filîstînê dikir, hate qebûlkirin.

Di dengdanê de 134 welatên endam beşdarî kirin û li hember 14 dengên ‘Na’ pêşniyar bi 124 dengê ‘Belê’ hate qebûlkirin.