Eniya AK Partiyê armanca tûra duyemîn eskere kir
PeyamaKurd – Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê da wiha got, "Eger ji sedî 50 zêde 1 bûya wê baş bûya, lê em nikarin bibêjin 49,5 xerab bû."
Hilbijartina serokomariyê ya ku derbasî tûra duyemîn bû, wê 28ê Gulanê roja Yekşemê were kirin. Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş encamên hilbijartinê nirxandin.
Kurtulmuş li ser gotinên “Eger ji sedî 50 zêde 1 baş bûya, em nikarin bibêjin 49,5 xerab bû” wiha got: “Wê ev li hemberî îradeya hilbijêran bêhiqûqî be, wê bêhurmetî be. Di tevahiya jiyana me ya siyasî de me got, “Biryara ku ji sindoqan derkeve çi dibe bila bibe, li ser serê me û çavên ye. Em ê li ser wê gotinekê jî nebêjin.”
Armanca tûra duyemîn
Kurtulmuş diyar kir, di tûra yekem de serketiya teqez Erdogan e û wiha got: “Lê ger hewce bike ku tûra yekem binirxînin, yê teqez yê tûra yekem Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan e. Di tûra yekem de serketiya teqez AK Partî ye. AK Partî jî bi zêdetirî 10 xalan li pêş hevrikê xwe yê herî nêzîk e."
Kurtulmuş li ser pirsa gelo ji bo rêjeya dengan armanc heye yan na, wiha bersivand: “Hedef 50 zêde 1 ye, lê di tûra duyemîn de wisa xuya ye ku vekolîna siyasî nîşan dide wê Serokê me bi rêjeyeke pir zêde bibe Serokomar."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin