ENKS: 2 kesên bi cilên leskerî Ala Kurdistanê û PDK-Sê ya Girkê Legê sewitandin
PeyamaKurd – Encûmena Niştimaniya Kurd a Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şeva borî du kesên bi cilûbergên leşkerî bi ser ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê ya Sûriyê (PDK-S) de girtine, hem Ala Kurdistanê hem jî ala PDK-Sê şewitandine.
ENKSê diyar kiriye ku beriya niha jî li Rojavayê Kurdistanê nûnertiyên wan rastî êrîşan hatine û hatine şewitandin ku beriya niha Ciwanên Şoreşger ên di bin banê Rêveberiya Xweser de ew êrîş pêk anîne.
ENKSê gelek caran bang li PYD û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê kiriye ku rê li ber van êrîşan bigirin û êrîşkaran siza bikin, lê heta niha ti bersivek bo wan nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin