ENKS: “Amerîka li Sûriyê, Dewleta Kurdan ava nake!”
PeyamaKurd- Endamê Encûmena Niştimaniya Kurdistana Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Bro got ku Amerîka li Sûriyê, Dewleta Kurdan ava nake!”
Endamê Encûmena Niştimaniya Kurdistana Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Bro duh li Moskowê bi erkdarên Rûsyayê re hinek hevdîtinê pêk anîbûn. Bro ji çapemeniya Kurdî re axivî û di derbarê hevdîtinên xwe de got ku em bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re axivîn. Lavrov got ku Amerîka ji bo ku Dewleta Kurdan li Sûriyê ava bike, bi Kurdan re pêwendiyên xwe didomîne. Lê belê me ji Lavrov re wiha got: “Amerîka li Sûriyê, Dewleta Kurdan ava nake. Lewra di programa PYDê de tiştekî wiha nîn e!”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin