Di civîna Cenêvê de wê ENKS belgenameyekê di derbarê mafê Kurdan ê li Sûriyê pêskês bike

21 August 2020 13:30 0 dîtin
Di civîna Cenêvê de wê ENKS belgenameyekê di derbarê mafê Kurdan ê li Sûriyê pêskês bike

PeyamaKurd – Li gor zanyariyan, ENKS dê di civîna 24ê Tebaxê ya Cenêvê de belgenameyekê pêşkêş bike, ku tê de behsa naskirina gelê Kurd di destûra nû de hatiye kirin heye.

Roja 24 Tebaxê gera nû ya civînên Komîteya Destûra Sûriyê li Cenêvê destpê dike û heta roja 28ê Tebaxê ew civîn berdewam dibin. Li gor zanyariyan, ENKS dê di civîna vê carê de belgenameyekê pêşkêş bike ku tê de behsa naskirina gelê Kurd di destûra nû de hatiye kirin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Gier Pedersen ragihand, Komîteya Destûra Sûriyê roja 24ê Tebaxê li ser bingeha lihevkirina di navbera hikûmetê û opozisyonê de li Cenevê dicive, da ku beşeke sereke ji biryara navdewletî ya 2254ê derbirê li Sûriyê bê cîbicîkirin,

Herwiha Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di civînên komîteya destûrî ya Sûriyê de beşdar dibe, daku belgenameya taybet bi mafên gelê Kurd li Sûriyê pêşkêş bike.

Li gor zanyariyan, di wê belgenameyê de, tekezî li ser wê yekê tê kirin ku Sûriyê welatekî pir-netewe û pir-ol e.

Herwiha di belgenameyê de hatiye diyarkirin ku divê di destûrê de îtîraf bi gelê Kurd li Sûriyê bê kirin û divê mafên gelê Kurd li Sûriyê di destûrê nû de bên parastin.

Gera dawî ya danûstandinên Komîteya Destûrê Sûriyê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî li Cenevê di Mijdara 2019ê de birêve çûbû, bêyî ku ti pêşketinek çêbibe.

Di derbarê vê de Nûnerê Amrîkayê yê taybet bi dosyeya Sûriyê James Jeffrey ragihand, tevî ku Amerîka beşdariyê di vî karî de nake, lê ew dê ligel aliyên peywendîdar û nûnerên opozisyonê li Cenevê bicive, da ku karê komîteyê bi pêş ke ve û encamên erênî jî bên bidestxistin.