ENKS: Amerîkayê welatên cîran ji dîyaloga navbera Kurdan agahdar kiriye

18 June 2020 14:22 0 dîtin
ENKS: Amerîkayê welatên cîran ji dîyaloga navbera Kurdan agahdar kiriye

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya hevbeş a lihevkirina Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) ku PYD pêşengtiya wan dike, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nîmet Dawûd, bal kişand ser rola Amerîkayê  di wan danûstandinan de û got, Amerîkayê welatên cîran ji van danûstandinan agahdar kirine.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nîmet Dawûd, di bernameya K24ê behsa lihevkirina navbera herdu aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kir û got, “Bêhtirî du mehan e danûstandin di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî (PYD û hevalbendên wê) de bi serperiştiya nûnerê Amerîka William Roebuck û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û bi piştevaniya Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî birêve diçin. Mebesta van danûstandinan jî ew e, ew bigihin rêkeftineke giştî di hemû warên siyasî, serbazî, îdar û aborî de.”

Dawûd diyar kir, piştî du mehan ji danûstandinan, doh wan daxuyaniyeke hevbeş belav kir, mebesta wan jê ew bû, morala gelê Kurd bilind bibe, ku ew danûstandin her berdewam in û herdu alî jî rijd in ku bigihin rêkeftinekê.

Nîmet Dawûd da zanîn ku ew gihîştin hevtêgihîştineke siyasî ya hevbeş, tê de xalên girîng ên girêdayî pirsa Kurdî, pirsa niştimanî ya Sûrî û pirsa herêmê hene, wek helwesta herdu aliyan ji pêşroja Sûriyê, proseya siyasî ya krîza Sûriyê, opozîsyona Sûriyê bi giştî, welatên cîran û bicihkirina mafên Kurd di Sûriyê de, bi awayekî ku dê bibe cihê dilrihetiyê li cem her Sûriyekî, pêkhateyên Sûriyê û welatên cîran.

Dawûd bal kişand ser ku di qonaxa duyem a danûstandinan de, rêkeftina Duhokê ya bi serpereştiya Serok Barzanî di 2014an de hatiye îmzekirin, dibe bingeha danûstandinan heta rêkeftineke nû li ser wê ava bikin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê bibîr xist, di rêkeftina Duhokê de xalên pehn hebûn, ku li ser erdê nakokî di şîrovekirina wan de derketin. Lê vê carê dê ew xal di hemû waran de bi hûrî bêne guftûgokirin.

Nîmet Dawûd got: “Rêkeftina ku di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî de bê îmzekirin, dê ne li dijî ti alîyekî yan welatekî be, herwiha dê bikeve berjewendiya giştî ya Sûriyê û doza Kurdî bi taybetî.”

Li ser rola Amerîka di diyalogê de Nimet Dawûd dibêje; “Amerîka serpereştiya vê diyalogê dike û ew garantiya bicihkirina vê rêkeftinê dike. Herwiha Amerîka welatên cîran ji vê diyalogê agahdar kirine. Lê Şandeyê Amerîkî helwesta welatên cîran neda xuyakirin.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê diyar kir: “ENKS beşek ji opozîsyona Sûriyê, beşek Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyonê û beşek ji Desteya Danûstandkar e, heta niha ti pirsgirêk ji aliyê opozîsyonê li ser vê diyalogê derneketine. ENKS jî her aliyekî dilniya dike, ku ev rêkeftin dê ne li dijî ti kesî be û dê ji opozîsyona Sûriyê re alîkar be.”

ENKS û PYDê lihevkirina ser yekrêziyê ragihand û spasiya Amerîka û Mezlûm Ebdî kir

Mezlûm Ebdî: Lihevkirina pêşîn ya 'ENKS-PYD' cihê kêfxweşiyê ye