Sandeyên ENKS û HSDyê dê di bin çavdêriya Amerîkayê de bicivin

23 December 2024 16:01 0 dîtin
Sandeyên ENKS û HSDyê dê di bin çavdêriya Amerîkayê de bicivin

PeyamaKurd –  Şandeya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re bicive.

Li gorî nûçeyeke Kurdistan24ê ji çavkaniyekî ji ENKSyê ragihand, şandeya ENKSyê dê îro li bajarê Hesekê li gel Mazlûm Ebdî bicive.

Wî kesî eşkere kir ku civîn dê di bin çavdêriya rasterast ya Amerîkayê de were pêkanîn.

Hat ragihandin ku di civînê de geşedanên dawî yên li Sûriyeyê, parastina herêmên kurdî û yekkirina partiyên kurd ên Rojavayê Kurdistanê ji bo hevdîtina bi rêveberiya Şamê re bên gotûbêjkirin.