ENKS bi rayedarê Brîtanya re civiya: Brîtanya pistgiriyê dide yekhelwestiya Kurdan

17 February 2020 19:35 0 dîtin
ENKS bi rayedarê Brîtanya re civiya: Brîtanya pistgiriyê dide yekhelwestiya Kurdan

PeyamaKurd - Şandeke Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro Duşemê bi Serokê Beşa Siyasî ya Konsûlxaneya Brîtanya ya Hewlêrê re hevdîtinek pêk anî.

Hat ragihandin ku di civînê de, aliyê Brîtanî piştevaniya xwe ji bo çespandina mafên Kurdan di destûra Sûriyê de nîşan daye.

Desteya Serokatiya ENKSê îro bi daxuyaniyekê naveroka civîna li Konsûlxaneya Brîtanya li Hewlêrê ragihand û got, di civînê de şanda ENKSê behsa herêmên Kurdî, bi taybet li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî û binpêkirinên mirovî û guhartina demografî yên li wan deveran tên kirin kir.

Herwiha şanda ENKSê behsa rola ENKSê di Desteya Danûstandinan de kiriye û nerîna ENKSê li ser pêşeroja Sûriyê û çareserkirina doza Kurdî tê de ji aliyê Brîtanî re ragihand.

Di civînê de behsa kedên nêzîkbûna aliyê Kurdî jî hatiye kirin û tekezî li ser rola erênî ya Brîtanya wek dewleteke mezin kirine.

ENKSê da xuyakirin, di civînê de aliyê Brîtanyî tekezî li proseya siyasî ya Sûriyê kir û piştevaniya xwe ji bo çespandina mafên Kurd di destûra Sûriyê de nîşan da.

Di daxuyaniya ENKSê de hat gotin, “Aliyê Brîtanî diyar kir ku rêjeya nûnertiya Kurdan di Komîta Destûrî ya Sûriyê de kêm e û bi rêjeya hebûna wê re nagunce. Herwiha proseya guhartina demokgrafî ya li her deverekê red kir û tekezî li ser nêzîkbûna Kurdî – Kurdî kir.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso piştî civînê ragihand, aliyê Brîtanî daxwaz ji aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kir ku yekhelwest bin û nakokiyên di navbera ENKS û Rêveberiya Xweser de bidawî bikin.