ENKS: Jeffrey rêkeftina Amerîka û Tirkiyê nîsanî me da…

12 January 2020 16:10 0 dîtin
ENKS: Jeffrey rêkeftina Amerîka û Tirkiyê nîsanî me da…

PeyamaKurd - Endamê Desteya Serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) Feysel Yûsif, derbarê hevdîtina bi Şanderê Amerîka yê taybet bo Sûriyê James Jeffery de ragihand, wan di civînê de metirsî û dilgiraniya xwe derbarê pirsa guhertina demokgrafî ya li Efrînê çêbûye û li Girê Sipî û Serê Kaniyê çêdibe nîşan daye û wan daxwaza piştevaniyê ji Amerîkayê kiriye.

Yûsif di bernameya Rojev a K24ê de got, “James Jeffery di civînê de hevtêgihîştina bi Tirkiyê re îmze kirine nîşanî me kir û xwend, ku tê de hatiye tekezkirin, divê Tirkiye xelkê wê deverê di cihê xwe de bihêle û xelkê jê koçber bûye bi aramî vegerîne wê deverê. Jeffery da xuyakirin ku ew çavdêriya rewşê dikin û dê hewl bidin ku guhertina demografî çênebe.”

Herwiha da zanîn, wan ji Jeffery daxwaz kir, alîkariyên mirovî bigihînin koçberên Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Feysel Yûsif li ser nêrîna Amerîkayê bo çareseriyê jî got, Amerîka heta niha çareseriyê di proseya Cenevê û Komîteya Destûrî de dibîne. Jeffery bal kişand ser wê yekê ku rêjîma Sûriyê astengiyan di pirsê de çêdike, ji ber wê jî Amerîka bi riya Rûsya re fişarê dike, ta ev prose biçe serî û tê de mafê hemû pêkhateyan bê parastin.

Feysel Yûsif destnîşan kir, Amerîka bi riya pêwendiyên bi Serok Barzanî re, ENKSê dosta xwe ya siyasî di hundirê Sûriyê de dibîne.

Derbarê yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de, Feysel Yûsif diyar kir, Amerîka dixwaze yekrêziya Kurdî hebe. ENKS her dem yekrêziyê dixwaze û kar ji bo wê dike, lê di pileya yekem de yekrêziya Kurdî bi HSDê ve girêdayî ye, ka heta ku dikare baweriyê ava bike.

Li ser daxuyaniya HSDê ya derbarê çarenivîsa windakiriyên ENKSê de, Feysel Yûsif got ku heta niha ti pêşketin di dosya windakiriyan de çênebûye ku ENKS bikare tiştekî li ser ava bike. Divê ev pirs ne tenê li ser ragihandinê be, divê gavên praktîkî bêne avêtin û çarenivîsa wan diyar diyar bibe. ENKS dibîne ku hîna daxwazên wê nehatine bicihkirin.