Jeffrey: Amerîka ji bo ku aloziya ligel Tirkiyê kêm bike pistgiriyê dide diyaloga Kurdî

20 May 2021 15:44 0 dîtin
Jeffrey: Amerîka ji bo ku aloziya ligel Tirkiyê kêm bike pistgiriyê dide diyaloga Kurdî

PeyamaKurd - Nûnerê berê yê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey got, diyaloga aliyên Kurdî yên Sûriyê dikare aloziyên ligel Enqerê kêm bike û Amerîka jî ji ber wê piştgiriyê dide diyaloga navbera PYD û ENKSê.

Jeffrey di vîdyokonferansa Navenda Willson a Lêkolînên Siyasî ya Amerîkî ku derbarê rewşa Kurdên Êzidî yên li Şingal û Efrînê de hat sazkirin, axivî.

James Jeffrey got, “Em rastî guvaşên berdewam ên Tirkiyê tên, çimku Amerîkayê PKK weke komeke terorîstî daye naskirin. Lewma şiyanên Amerîkayê di vê derbarê de sînordarin, tenê ew nebe ku Amerîka hewl dide corek ji hevsengiyê çêbike. Yek ji wan tiştên ku em li Bakurê Rojhilatê Sûriyê dikin, ev e ku em diyaloga navbera aliyên Kurdî teşwîq dikin, wate YPG, PYD û ENKS ku ya dawiyê bêtir pêwendî li gel Kurdên Hewlêrê heye. Ew jî heta astekê şiyana wê heye ku rewşê aram bike.”