Jeffrey: Rêya yekane bo Tirkiyê hevkariya ligel HSDê ye
PeyamaKurd - Nûnerê berê yê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey, daxwaz ji Tirkiyê kir li Sûriyê hevkariyê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re bike.
Jeffrey got, “Eger hûn bixwazin, hevkariya bi HSDê re riya yekane ye. yên ku li qadê ne, ew in. Yekem car ku em hatin ew li wê derê hebûn.”
James Jeffrey li ser doza girtina HDPê jî diyar kir: “Ev pirsgirêkeke navxwe ya Tirkiyê ye, lê her gaveke ku zirarê bide demokrasiyê wê hevalbend û hevparên we dilgiran dike.”
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê yê berê James Jeffrey li ser vekirina doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji aliyê Serdozgerê Dadgeha Bilind got “ Hevalbendek, hevpar, hevalbendê NATOyê û endamê OECDê li dijî partiyek siyasî bikeve tevgerê, cihê dilgiraniyê ye.”
Jeffrey dibêje “Amerîka û piraniya hevkarên me yên Ewropayê ji ber rewşê dilgiranin. Ji ber ku girtina partiyan bi gelemperî bi başî nayê nirxandin.Ez bawerim HDP di 2015an de ji sedî 13 deng wergirt. Girtina vê Partiyê, girtina beşek kesan e, ji ber vê yekê ne tişteke baş e. Ev pirsgirêkeke navxwe ya Tirkiyê ye, lê her gaveke ku zirarê bide demokrasiyê wê hevalbend û hevparên we dilgirand dike.”
Di derbarê mijara Sûriyê de jî Jeffrey dibêje ku di serî de Amerîka, Tirkiye û hinek welatên Ereb têr hevkarî nekirin û derbarê piştgirya Amerîkayê ya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dide xuyakirin: “2 sedem hene ku Amerîka bi wan re kar dike: li wê heremê şerê li dijî DAÎŞê dimeşînin , di vî warî de havkarekî gelek baş in. Di wextê de me bi Tirkiyê re jî di vê têkoşînê de hevkarî kir. Herwiha ji bo ku Amerîka li heremê bimîne hewceyî wê ye. Em vê ne ji bo ku pê li Tirkiyê gefan bixwin. Ji bo ku ji Esed, Rûsya, Îranê re axê bernedin û ji bo ku têkoşîna li dijî DAÎŞê bimeşînin dikin.
Ez her tim ji hevalên xwe yên Tirk re vê pirsê dikim. Em wek Amerîkî, ji ber ku Tirkiyê li Îdlibê ye kêfxweş in, lê ji ber ku li wê derê bimîne, divê bi Heyet El Tahrîr El Şam re li hev bikin ku ji aliyê Netewên Yekbûyî ve rexistineke terorîst tê qebûl kirin. Em nafikirin ku Tirkiye piştgiriyê dide wan. Em dizanin ji ber ku Tirkiye li wê derê bimîne divê bi wan re hevkariyê bike. Heman tişt ji bo Amerîka û HSD derbas dibe, helbet hinek cuda ye. Me çekên sivik da wan, çekên giran neda wan. Li dijî DAÎŞ û Esed em bihevre kar dikin. Rewş heman e dîsa. Pirsa min ji hevalên min yên Tirk ev e. Hûn dixwazin serbazên Amerîkayê li Sûriyê bimînin? Eger hûn bixwazin, hevkariya bi HSDê re riya yekane ye. yên ku li qadê ne, ew in. Yekem car ku em hatin ew li wê derê hebûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin