Yewnenîstan: Yekane rêya kêmbûna aloziyan, vekisîna hemû kestiyên Tirkiyê ye
PeyamaKurd – Di derbarê danûstandinên li gel Tirkiyê, Hikûmeta Yewnanîstanê diyar kir, li gel Tirkiyê danûstandin tune ye û biryarek li ser danûstandinan nehatiye dayîn. Herwiha hat eşkerekirin, yekane rêya kêmbûna aloziyan, vekişîna hemû keştiyên Tirkiyê ye ji ava herêma Yewnanîstanê û destjêkişandina Tirkiyê ye di lêgerîna çavkaniyên sirûştî li nav ava herêma Yewnanîstanê.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, do bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû, Yewnanîstan û Tirkiye ji bo danûstandinên teknîkî li hev kirine, da ku rûbirûyî hev nebin.
Wezîrê Bereyaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar jî ragihandibû, Tirkiye li benda civîna li gel Yewnanîstanê ye ji bo gotûbêjkirina kêşeyên di navbera herdu welatan de.
Hikûmeta Yewnanîstanê van îdiayan red dike û eşkere dike, biryarek ji bo destpêkirina danûstandinên navbera Atîna û Enqereyê de tuneye.
Wezareta Derve ya Yewnanîstanê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir: “Zanyariyên ku behsa danûstandinên teknîkî yên di navbera Atîna û Enqereyê de dikin, ji rastiyê dûr e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin