Amerîka: Yekane rêya girtina kampên DAISê li Rojava…
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price diyar kir, yekane rêya girtina kampên ku endamên DAIŞê û malbatên wan li Rojava lê ne, ew e ku dewlet welatiyên xwe paşve wergirin û ji bo vê yekê jî em her tiştî dikin.
Di civîna çapemeniyê ya rojane de Price bersiv da pirsa derbarê daxuyaniya Fermandarê Hêza Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Kurilla ku di serdana xwe ya Sûriyeyê de dema ku serdana Rojava kiribû û gotibû, ji bo kampên rêxistina terorîst a DAIŞê çareseriya leşkerî tune.
Nûçegihanekî daxuyaniya Orgeneral Kurilla bi bîrxist û got "Wezareta Karên Derve ji bo valakirina van kampan çi dike?" Price bersiv da pirsê û got:
"Em bi welatên li çaraliyê cîhanê re diaxivin ku tekane çareseriya domdar şandina wan bo welatên xwe ye. Em spasiya gelek welatan dikin ku hemwelatiyên xwe ji kampên navborî, di van rojên dawî de, ji nû ve qebûl kirine. Em di wê baweriyê de ne ku ev yekane rêya rûbirûbûna vê dijwariyê ye. Buroya me ya dij-terorê û ofîsên me yên herêmî li cîhanê geriyan û ji bo kêmkirina hejmara girtiyan (ji kampên li Rojava) û girtina van kampan bi berpirsyarî her tiştî bikin.”
Mirov wê di wan kampan de radîkaltir bibin.
Nûçegihan got, "Xuya ye ku piraniya dewletan xema welatiyên xwe yên li wir nakin. Ma metirsî li ser wê yekê bi we re çênabe ku kesên di wan kampan de radîkaltir bibin û bibin sedem ku mîsyona Amerîkî li wir ji armanca xwe dûr bikeve?" Li ser pirsê, Price bersiv da ku ev nîgeranî yek ji wan sedemên ku ew hewl didin ku nifûsa li kampan bi awayek domdar kêm bikin.
Herwiha Pirce da zanîn, “Hinek ji van sedeman bi şert û mercên mirovahî ve girêdayî ne. Hin jî bi ji ber ku li wê derê ne radîkalîze dibin. Ev nîşan didin ku çima pêdivî ye ku dewlet bilez gavên bibiryar û wêrek bavêjin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin