Amerîka xwestibû: Ji Qeterê li ser girtina ofîsa Hemasê daxuyanî

19 November 2024 19:02 0 dîtin
Amerîka xwestibû: Ji Qeterê li ser girtina ofîsa Hemasê daxuyanî

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Macîd el-Ensarî, li ser nûçeyên girtina ofîsa Tevgera Hemasê ya li Dohayê daxuyanî da û got, bi awayekî mayînde nehatiye girtin.

Hatibû îdiakirin ku li ser daxwaza Amerîkayê, Qeterê nivîsgeha Hemasê ya Qeterê girtiye.

El-Ensarî got ku nivîsgeha Hemasê ya Dohayê bi temamî nehatiye girtin û da zanîn, “Nivîsgeha Hemasê ji bo navbeynkariyê hatiye vekirin. Hûn ê biryara girtina wê ya bi awayekî mayînde jöi me nebihîzin. Niha lîderên Hemasê ne li Dohayê ne. Wekî hûn dizanin di nav paytextên din de diçin û tên.”