ENKSê nerazîbûn li dijî Tirkiyê nîsan da: "Em qebûl nakin"

02 April 2018 20:50 0 dîtin
ENKSê nerazîbûn li dijî Tirkiyê nîsan da: "Em qebûl nakin"

PeyamaKurd - ENKSê ragihand ku divê kesên ku Efrînê birêve dibin kesên ji wî bajarî bin û ew qebûl nakin welatiyên biyanî li van deveran werin bicihkirin.

Rêveberê ENKSê Newaf Hesen, di daxuyaniya xwe ya bo malpera PDKê de diyar kir ku ew wek ENKS hewl didin ku Efrîn ji aliyê xelkê wî bajarî ve were birêvebirin û qebûl nakin biyanî desthilatê bikin.

Newaf hesen wiha got:

"Eger Tirkiye karekî wisa bike ku biyaniyan bîne em jê qebûl nakin. Em wek ENKS di nav heyeta birêvebirina Efrînê de tunene. Lê belê gerek xelkê wî bajarî vegere mala xwe. Em dibihîzin ku PYD dibêje venegerin. Ev ne rast e."