Enqereyê Anil Bora Inan wek Balyozê Bexdayê tayîn kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Tirkiyeyê, Cîgirê Gerînendeyê Giştî yê Pêwendiyên bi Iraqê re ya girêdayî Wezareta Derve Anil Bora Inan ji bo Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê tayîn kir.
Ev biryar bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di Rojnameya Fermî de hate weşandin.
Di fermana Erdogan a ku di rojnameya Fermî de hate weşandin de hate gotin ku "Anil Bora Inan wek Balyozê Komara Tirkiyeyê yê li Komara Iraqê hat tayînkirin."
Anil Bora Inan Cîgirê Gerînendeyê Giştî yê Pêwendiyên bi Iraqê re bû..

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin