Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji ber Covid-19ê hemû waneyên xwe yên Kurdî betal kirin
PeyamaKurd – Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji ber şewba koronavirusa nû (Covid-19) hemû waneyên xwe yên Kurdî betal kirin.
Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû waneyên wan ên Kurdî hatine betalkirin û ew dê li gorî rewşê biryara xwe cardin binirxînin.
Daxuyaniya enstîtûyê bi vî rengî ye:
AGAHDARÎ!
— Enstîtuya Kurdî (Komeleya Lêkolînên Kurdî) (@EnstituyaKurdi) March 14, 2020
Ji ber nexweşiya Coronavirusê (Covid19) ji bo tenduristiya xwendekarên xwe me hemû waneyên xwe yên kurdî betal kirin. Li gorî rewşa vê xetereyê em ê careke din binirxînin û we agahdar bikin!
“Ji ber nexweşiya Coronavirusê (Covid19) ji bo tenduristiya xwendekarên xwe me hemû waneyên xwe yên kurdî betal kirin. Li gorî rewşa vê xetereyê em ê careke din binirxînin û we agahdar bikin!”
Herwiha hêjayî gotinê ye ku li Stenbolê ji ber Covid-19ê gelek konser, panel û çalakiyên plankirî yên Kurdî û li ser çand û hunera Kurdî hatin betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin