Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 4 berhemên nû wesandin

09 December 2019 14:44 0 dîtin
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 4 berhemên nû wesandin

PeyamaKurd – Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 4 berhemên nû yên bi Kurdî weşandin.

Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê li ser ziman û rewşenbîriya Kurdî 3 berhemên nû weşandin. Herwiha enstîtûyê berhema H. Mem a bi navê Mamosteyê Sêyem Xanî jî ji nû ve çap kir.

Berhemên ku Enstîtûyê weşandin ev in:

  • Sami Tan – Analîza Du Xebatên Destpêkî yên Rêzimana Kurmancî
  • Zana Farqînî – Lêker û Rastnivîsîna Wan ( Ji Aliyê Binyatî Ve)
  • Miraz Ronî - Xebatên Rewşenbîrîya Kurdî Li Bakur (1900-200)
  • H. Mem - Üçüncü Öğretmen Xanî ( Mamosteyê Sêyem Xanî)

Enstîtûyê Kurdî ango Komeleya Lêkolînên Kurdî li ser hesabê xwe yê medya civakî radigihîne ku wê di demeke nêz de bo her pirtûka nû semînereke lidar bixe.

Hûn dikarin van berhemên hêja ji Komeleya Lêkolînên Kurdî û ji hemû pirtûkfiroşên kurdî peyda bikin.