Erdogan bo Idlibê car din gef li rejîma Sûriyê xwar

26 February 2020 15:46 0 dîtin
Erdogan bo Idlibê car din gef li rejîma Sûriyê xwar

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro di gotara xwe ya koma partiya xwe AKPê de car din gef li rejîma Sûriyê xwar û got, heta rejîm li Idlibê venekişe sînorên berê ew paşde gav navêjin.

Serokomarê Tirkiyê siyaseta xwe ya Lîbya û Sûriyê parast û da xuyakirin ku ew ne li pey macerayan e, tenê ewlehiya sînorên xwe diparêzin.

Erdogan got ku ew ji Rûsya û rejîma Sûriyê dixwazin li gorî rêkeftina Soçiyê tevbigerin û got: “Bendewariya me ev e ku rejîm vegere sînorê berê û pişt xalên me yên çavdêriyê.”

Erdogan teqez kir ku ew li Idlibê tenê pêngaveke piçûk jî paşve navêjin û ew dê li dijî hêzên rejîmê yên ku xalên wan ên çavdêriyê dorpêç kirine jî hêza leşkerî bikar bînin.

Erdogan got: “Ger pêwîst bike em dê xalên xwe yên çavdêriyê ji dorpêçê derxin, bi her awayî be.”